Muhammed Emîn Pencweni: Di nêzde heyeta Îmraliyê seredana Herêma Kurdistanê dike

25 January 2025 00:16 0 dîtin
Muhammed Emîn Pencweni: Di nêzde heyeta Îmraliyê seredana Herêma Kurdistanê dike

PeyamaKurd – Siyasetmedarê Kurd Muhammed Emin Penciwînî ji bo Rûdawê ragihandiye ku parlementera DEM Partiyê Pervin Buldan a ku di heyeta Îmraliyê de ye; jê re gotiye wê di nêz de Öcalan nameyekî agahdarkirinê bişîne Qendîlê û heyeta Îmraliyê plan dike ku seredana Herêma Kurdistanê bike.

Penciwînî her weha ragihandiye ku rewşa tenduristiya Abdullah Öcalan başe û di wextekî nêz de wê bi nameyekî temamê Qendîlê ji pêşdeçûnan agahdar bike. Penciwînî ji bo Rûdawê weha dewam kiriye:

“Îro êvarê seet di 19.30an de, me bi parlementera DEM Partiyê Pervin Buldan ku hem di heyeta Îmraliyê de ye û bi Öcalan re hevdîtin kiriye, axifîn. Silavên taybet yên serok Öcalan gihande min.

Pervin Buldan got ku tenduristiya Öcalan başe û morala wî bilind e. Li ser plana aştiyê ya ku Tirkiye dixwaze li serê bixebite, xweşbîne. Wê di wextekî nêz de, bi nameyekî Qendîlê di her babetê de agahdar bike.

Wê di wexteka nezde Pervin Buldan û heyetekî DEM Partiyê seredana herêma Kurdistanê bike. Wê bi lîderên partiyên siyasî re bicivin. Piştî civînan wê seredana min bikin.”