Muzexenayên Dersîm, Wan û Xirabreskê ketin fînala ‘Xelata Muzexaneyên Salê ya Ewropayê’
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Muzexaneyên Dersîm, Wan û Xirabreşkê ji bo ‘Xelata Muzexaneyên Salê ya Ewropayê ya 2022yan’ ketine fînalê û her sê muzexane namzedên wê xelatê ne.
Hat zanîn ku wê wê her du mûzexane û şûnwarê dîrokî yê Xirabreşkê ligel 60 mûzexaneyên din ên cîhanê bikevin pêşbirka wergirtina wê xelatê.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo wergirtina “Xelata Mûzexaneya Salê ya Ewropayê ya sala 2022yan” ku ji aliyê European Museum Forum a Konseya Ewropayê ve tê dayîn, mûzexaneyên Dersîm, Wan û şûnwarê Dîrokî yê Xirabreşkê yê bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê man fînalê.
Serokê Rêveberiya Giştî ya Mûzexane û Bermayên Dîrokî ya Tirkiyê Bulent Gonultaş gotiye, ew di navbera 4-7ê Gulanê de li Estonya beşdarî merasîma xelatê dibin û berhemên xwe pêşan didin.
Gonultaş diyar kiriye: “8ê Gulanê li ser xelatê biryar tê dayîn. Xelata Mûzexaneya Salê ya Ewropayê di 8 warên cuda de ji bo kategoriyên jêr jî tê dayîn.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin