Nêçîrvan Barzanî bi Konsûlê nû yê Brîtanya re civiya

20 August 2024 16:06 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî bi Konsûlê nû yê Brîtanya re civiya

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro Sêşemê bi Konsulê Giştî yê nû yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê Andrew Beasley re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 20ê Tebaxê pêşwazî konsulê nû yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê Andrew Beasley kir û tevî pîrozbahîya destbikarbûna wî hêviya serkeftinê jê re xwest.

Nêçîrvan Barzanî, herwiha piştevaniya xwe ji bo serxistina erkê wî nîşan da.

Beasley jî kêfxweşiya xwe weke Konsulê Giştî yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê nîşan da û piştgirî û daxwaza Brîtanyayê ji bo pêşxistina pêwendiyan û berfirehkirina hevkariyên hevbeş li gel Herêma Kurdistanê di hemû waran de tekez kir.

Di hevdîtinê de, her du aliyan proseya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê girîng bi nav kir û hêvî xwestin ku proseya dengdanê bi serkeftî birêve biçe. Herwiha li ser pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê û pêşhatên dawî yên li herêmê jî axivîn.