Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Dadgeha Federalî û Serokê Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê re civiya
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di serdana xwe ya Bexdayê de bi Serokê Dadgeha Federalî Casim Mihemed Ebûd Humadî re û Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî re civiya.
Hate ragihandin ku Serokê Herêma Kurdistanê ji bo sê hevdîtin û civînan serdana Bexdayê kir ku yek ji wan bi Serokê Dadgeha Federalî re bû.
Herwiha Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê re jî civiya û dê êvarê jî ji aliyê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ve mêvandariya wî bê kirin.
Hate diyarkirin, du pirsên giring di karnameya vê serdanê de hene, yek ji wan girêdayî mûçe û budce û pişka Herêma Kurdistanê di budceya giştî de ye. Pirsa duyem jî girêdayî hilbijartinên Perlamentoya Kurdistanê ye.
Hate zanîn ku wê Nêçîrvan Barzanî îşev piştî hevdîtinê xwe vegere Herêma Kurdistanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin