Nêçîrvan Barzanî: Divê Qendîl û PKK banga birêz Ocalan cidî bigirin
PeyamaKurd - Nêçîrvan Barzanî der barê pêvajoya li Tirkiyeyê de got, "Divê Qendîl û PKK banga birêz Ocalan cidî bigirin."
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di dawiya Konferansa Asayişa Munchenê ya ku li bajarê Munchenê yê Almanyayê hat lidarxistin de daxuyaniyek da çapemeniyê.
Naveroka daxuyaniyên Serok Nêçîrvan Barzanî wiha ne:
“Ez ê sibê li Hewlêrê bi Partiya DEMê re bicivim. Şandeya DEMê peyama Ocalan anî û em hêvîdar in ku di vê peyamê de aştiyê jî hebe.
Me Wezîrê Derve yê Amerîka vexwend Iraqê û beşdarî merasîma vekirina Konsulxaneya nû ya Amerîka li Hewlêrê bibe.
Wî behsa pêvajoyê kir, Tirkiye di birêvebirina pêvajoya aştiyê de gavên pir cidî diavêje.
Divê Qendîl û PKK banga birêz Ocalan cidî bigrin.
Di derbarê geşedanên li Rojava û Sûriyê de, me ji roja ewil ve xwe bi berpirsyarî hîs kir û ji bo rê li ber pêşketinên neyînî bigire, gavên cidî avêtin û armanca me ya yekemîn parastina birayên xwe yên li wir bû. Bi dîtina min em di vê siyasetê de bi ser ketine.
Heta niha em DAIŞê wek metirsî li ser Herêma Kurdistanê, Iraq û Sûriyê dibînin. Ji ber wê jî em difikirin ku li Iraqê hîn jî pêwîstî bi hêzên hevpeymaniya navdewletî heye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin