Nêçîrvan Barzanî: Edaleteke rastîn hebûya jenosîda Helebceyê bes bû ji bo dayîna hemû mafên Kurdan
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 16ê Adarê di salvegera komkujiya Helebceyê de, peyamek belav kir û got, “Helebce bûye semboleke cîhanî ji bo bindestiya gelê me û şahideke ji bo hovîtiya wan sûcên ku li dijî wan hatin kirin. Eger edaleteke rastîn hebûya, ev karesat bi tenê bes bû ji bo naskirina hemû mafên rewa yên gelê Kurdistanê.”
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de diyar kir, “Di bîranîna bi êş a karesata Helebceyê ya bi çekên kîmyewî de, em serê xwe bi rêz û hurmet li ber giyanê zêdetirî pênc hezar şehîdên Helebceyê ditewînin û bi rûmet bîranîna hemû şehîdên Kurdistanê dikin ku di rêya azadiyê de canê xwe feda kirin. Silav û rêz ji bo malbat û kesûkarên serbilind ên şehîdan, birîndaran û qurbaniyan ku heta îro jî ji encamên vê sûcê hovane êşê dikişînin.”
Herwiha bibîr xist, “Kîmbarana Helebceyê ne tenê tawanek bû, lê beşeke ji zincîreyeke sûc û jenosîdan ku armanca wan tunekirina gelê Kurdistanê bû. Gelekî ku tenê sûcê wan, daxwaza mafên xwe yên rewa ya jiyan û azadiyê bû. Helebce bûye semboleke cîhanî ji bo bindestiya gelê me û şahidek ji bo hovîtiya wan sûcên ku li dijî wan hatin kirin. Eger edaleteke rastîn hebûya, ev karesate bi tenê bes bû ji bo naskirina hemû mafên rewa yên gelê Kurdistanê.”
Serokê Herêma Kurdistanê got, “Di vê bîranînê de, em careke din teqez dikin ku pêwîst e ziyana xelkê Helebceyê û hemû qurbaniyên jenosîd û Enfalê bê qerebûkirin û di hemû waran de çêtirîn xizmetguzarî ji wan re bê pêşkêşkirin. Erkê hikûmeta Iraqê ye ku berpirsiyariya yasayî û exlaqî ya xwe li hember qurbaniyan û hemû peymanan derbarê Helebceyê û rûniştevanên wê bicih bîne û edaletê ji wan re bîne, herwiha hemû rêkarên diyarbûna Helebceyê wek parêzgehê temam bike. Divê civaka navneteweyî jî di hewlên xwe de ji bo piştrast bûna ji dubarenebûna van cûre sûcan li her cihekî cîhanê, berdewam be.”
Di dawiyê de jî Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir, “Herêma Kurdistanê îro bi statûya xwe ya destûrî û federal û hemû destkeftiyên xwe ve, berhema xebat û qurbanîdana şehîdan e, erkê me hemûyan e ku bi yekrêzî û lihevhatinê, wan biparêzin. Dilsozî ji bo qurbaniyên Helebceyê û hemû şehîdên Kurdistanê re, herwiha piştrast bûna ji pêşerojeke çêtir ji bo hemûyan, bi xurtkirina pêkvejiyîn û têgihiştina hevdu û hevkariyê di oxira parastina mafên gelê Kurdistanê de ye.
Silav û hurmet ji bo giyanê şehîdan.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin