Nêçîrvan Barzanî li gel Nûnerê Neteweyên Yekbûyî li ser hilbijartinên Iraqê civiya
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, îro Duşemê, pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê, Mihemed El-Hesen kir. Di hevdîtinê de ya ku li Hewlêrê pêk hat, rewşa siyasî ya giştî ya Iraqê, hilbijartinên giştî yên ku biryar e sibe, di 11ê Mijdarê de bên kirin, û têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin gotûbêjkirin.
Li gorî daxuyaniyekê ku ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve hatiye belavkirin, her du aliyan tekezî li ser girîngiya lidarxistina hilbijartinên azad û zelal li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê kirin. Her wiha, hêviya xwe anîn ziman ku encamên hilbijartinan bibin sedema aramiyeke siyasî ya mezintir li welêt.
Di beşeke din a hevdîtinê de, Nêçîrvan Barzanî û El-Hesen bal kişand ser pêwîstiya çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi rêya diyalogê. Her du aliyan pabendbûna xwe ya hevbeş ji bo parastina ewlehî û îstiqrara li seranserê Iraqê dubare kirin.
Ev hevdîtin di demekê de pêk tê ku tenê rojek maye ji bo lidarxistina hilbijartinên giştî li Iraqê, ku tê de zêdetirî 21 milyon kesî mafê dengdanê heye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin