Nêçîrvan Barzanî li Silêmaniyê axifî: "Sansekî bidin PDKê"

14 October 2024 21:39 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî li Silêmaniyê axifî: "Sansekî bidin PDKê"

PeyamaKurd – Cîgirê serokê PDKê û serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku hedefa wan ya li Silêmaniyê ewe ku xizmeta herî baş bide. Barzanî ji xelkê Silêmaniyê xwest ku şans bidin PDKê û axaftina xwe weha dewam kir:

“Vê derfetê bidin PDKê û wê li deverê xwurt bikin. Hun xelkê Silêmaniyê, mînaka girêbesta daîmî ya manewî ya Barzanî û PKDê ne. PDK dixebite da xelkê Silêmaniyê nebe qurbana dijberiyên siyasî.”

Nêçîrvan Barzanî axaftina xwe li navenda rêxistina PDKê ya Silêmaniyê da û destekê da lîsta 190an. Barzanî got ku xelkê Silêmaniyê ji ber endamtiya PDKê bedelên giran daye û di seha derûnî de dijmin gelek zorê daye ser xelkê Silêmaniyê. Barzanî behsa xebata bernama ku PDK ji bo xelkê Silêmaniyê amade kiriye kir û weha got:

“Partiya me dixebite da xelkê Silêmaniyê nebe qurbana dijberiyên siyasî. Silêmanî û bi giştî ev herêm, bi dîroka xwe ya siyasî, çandê û ronakbirî, jiyana baş, geşepêdan, xizmet, ewlehî, hûzûr û refahê heq dike.”

Nêçîravan Barzanî ji bo xelkê got welew yek car be jî PDKê biceribînin û dengê xwe bidinê da hun bibînin di nav 4 salan de çawa ferqekî mezin bikeve xizmeta li Silêmaniyê.