Nêçîrvan Barzanî pêswaziya Balyozê Iraqê Stephen Hitchin kir

23 February 2025 19:32 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî pêswaziya Balyozê Iraqê Stephen Hitchin kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Stephen Hitchin kir. Nêçîrvan Barzanî spasiya hewlên balyozê wî welatî yên bo bihêzkirina pêwendiyên Brîtanya li gel Iraq û Herêma Kurdistanê kir.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokatiyê, di hevdîtinê de, Nêçîrvan Barzanî destxweşî li Balyozê Hitchin kir ku ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê de kar û xebat kiriye.

Herwiha destxweşiyê li balyoz kir ji bo rola ku di bihêzkirina hevkariyên di navbera her du aliyan de lîst û hêviya serkeftinê di erkê nû de jê re xwest.

Piştgiriya Brîtanyayê wê berdewam bike

Balyoz Hitchin herwiha spasiya hevkariyên Herêma Kurdistanê û gelê wê kir û tekez li ser wê yekê kir ku piştevaniya welatê xwe bo Iraq û Herêma Kurdistanê di hemû waran de wê berdewam be.

Stephen Hitchin di Adara 2023an de wek Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê hat tayînkirin, di tevahiya dema wezîfeya xwe de nûnertiya Brîtanyayê li Iraqê kir.

Hitchin beriya ku bibe balyoz, di navbera 2016 û 2019an de Midûrê Ajansa Dijî Terorê ya Brîtanyayê û Midûrê Ewlekariya Neteweyî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê kir.

Di navbera salên 2013 û 2016an de li Ammanê, paytexta Urdunê, weke Şêwirmendê Karûbarên Herêmî kar kiriye.

Hitchin ku di warê berevanî û asayîşê de xwedî tecrubeya gelek salan e, di navbera salên 1996-2004an de li Wezareta Parastinê ya Îngilîstanê kar kiriye û 18 mehan zimanê Erebî xwendiye.

Balyozê Giştî yê Brîtanya li Hewlêrê jî beşdarî civînê bû. Her wiha di hevdîtinê de behsa peywendiyên Brîtanya li gel Iraq û Herêma Kurdistanê û mijarên ku her du alî hene hatin gotûbêjkirin.