Nêçîrvan Barzanî pêswaziya Hadî Amirî kir
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê bi Serokê Rêxistina Bedir a Şîeyên Iraqê Hadî El Amirî re civiya.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û Hadî Amirî rewşa niha ya welat û giringiya parastina yekrêziya niştimanî li rûbirûbûna kêşeyên navçeyî û navdewletî gotûbêj kirin.
Di daxuyaniyê de tekezî li ser bihêzkirina diyalog û têgihîştina aliyên Iraqî û pêwîstiya karkirina bi hev re ji bo dabînkirina aramiya welat û çareserkirina pirsgirêkên hilawîstî bi rihê hevkarî û şirîkatiya niştimanî hat kirin.
Di hevdîtinê de pêşhatên siyasî û rewşa Iraqê û pirsgirêkên hevbeş ên navbera Hewlêr û Bexdayê û "garantîkirina berjewendiyên neteweyî" hatin gotûbêjkirin.
Her di wê daxuyaniyê de, Serok Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê giringiyê dide berdewamiya hemahengî û hevkarîkirina hemû hêzên niştimanî yên Iraqê. Herwiha bal kişand ser girîngiya piştgirîkirina bizavên hikûmeta federal ji bo dabînkirina ewlehî û aramiyê û bihêzkirina hevkariyên niştimanî ji bo berjewendiya hemû welat.
Herwiha her du alî tekezî li ser bihêztirkirina diyalog û têgihiştina hevbeş di navbera tevahiya pêkhateyên Iraqê de kirin û tekezî li ser vê yekê kirin ku pêwîst e hewlên hevbeş bo dabînkirina îstiqrara welat û çareserkirina kêşeyên heyî bi rihê hevdengiya nîştimanî û hevkarî û pêkvejiyanê bidin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin