Nêçîrvan Barzanî pêswaziya sandeyeke dîasporaya Keldanî kir
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeyrke dîasporaya Iraqî ya li Amerîkayê ya bi serokatiya Serokê Odeya Bazirganiyê ya Keldanî-Amerîkî, Martin Manna kir.
Di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî pesnê rola dîasporaya Iraqî ya li derve di bihêztirkirina peywendiyên navbera Iraq û Herêma Kurdistanê li gel civaka navdewletî û palpiştiya wan ji bo geşepêdan û geşepêdana aborî da.
Şandeya mêhvan pêzanînên xwe ji bo çanda hevduqebûlkirin, pêkvejiyana aştiyane û xweşbîniya di navbera pêkhateyên cuda li Herêma Kurdistanê nîşan da û tekezî li ser bihêzkirina hevkariyên Herêma Kurdistanê kir, bi taybetî di warê aborî û sermayeguzariyê de di navbera Kurdistanî û Iraqiyên li derve. Di vê derbarê de çendîn bîr û raman derbarê kar û projeyên veberhênanê li Deşta Nînowayê û Herêma Kurdistanê pêşkêşkirin.
Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser pêbendbûna Herêma Kurdistanê bo pêkvejiyana aştiyane di navbera hemû pêkhateyên civakê de û tekezî li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê her tim nimûneya aştî û piralî û vekirîbûnê û bihêzkirina têkeliyên navbera Iraq û derve û hundir û derveyê welat dê bimîne.
Her weha amadebûna xwe ji bo hêsankirina veberhênanên li Herêma Kurdistanê nîşan da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin