Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Japonê Matsumoto civiyan

10 November 2024 13:30 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Japonê Matsumoto civiyan

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Balyozê Japonya yê Iraqê Futoshi Matsumoto qebûl kir ku ji ber dawîbûna erka wî serdana xatirxwestinê kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, Nêçîrvan Barzanî di hevdîtina xatirxwestinê de ji bo hewlên wî yên ji bo bipêşxistina pêwendiyên Japonya yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re spasiya Futoshi Matsumoto kiriye.

Nêçîrvan Barzanî pesnê rola erênî ya Japonyayê da û diyar kir ku Japonyayê ji bo aramî û bipêşketina Iraq û Herêma Kurdistanê roleke erênî nîşan daye.

Nêçîrvan Barzanî hêvî kir ku Futoshi Matsumoto di erkê xwe yê piştî niha de jî serkeftî be.

Futoshi Matsumoto diyar kir, rayedarên Herêma Kurdistanê di dema erkê wî de piştgirî danê û spasiya wan kir.

Herwiha Matsumoto got ku Japonya dixwaze pêwendiyên xwe yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re bi pêş bixe.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê yên ku 20ê meha borî hatin kirin û rewşa li Iraq û herêmê jî mijarên din ên hevdîtinê bûn.