Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî bi balyoza Amerîkayê re ji hev cuda civiyan

30 March 2024 21:26 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî bi balyoza Amerîkayê re ji hev cuda civiyan

PeyamaKurd – Balyoza Amerîkayê ya li Bexdayê Alina Romanowski li Herêma Kurdistanê bi serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û bi serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Mesrûr Barzanî re ji hev cuda hevdîtin kir.

Li gor ragihandina serokatiya Herêma Kurdistanê; Nêçîrvan Barzanî balyoza Amerîkayê Romanowskiyê di meqamê xwe de qebûl kir. Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê, têkiliyên Bexda û Hewlêrê, hilbijartina parlementoyê, pêwendiyên Amerîkayê bi Herêma Kurdistanê û Iraqê re mijarên wan bûn.

Di hevdîtinê de her dû teref behsa girîngiya hilbijartina parlementoya Kurdistanê û endîşeyên xwe kirin. Her dû teref gihaştin wê baweriyê ku pirsgirêk di çarçova destûrê de çareser bibin û mafên hemû terefan bixin bin garantiyê.

Tahdîda terorê jî yek ji mijarên wan bû ku li serê axifîn.

Serokwezîr Barzanî: “Nabe mafê Herêma Kurdistanê yê destûrî îhlal bibe”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî bi balyoza Amerîkayê ya Bexdayê re bi Alina Romanowski re hevdîtinekî kir.

Li gor ragihandina serokwezîrtiya Kurdistanê; li ser mijarên rêzgirtina rewşa Kurdistanê, şandina budçê di ser hukumeta Herêma Kurdistanê de û asta paroja banka elektronîkî ku niha gihayê, li ser wan axifîn.

Mesrûr Barzanî ragihand ku çi wezîfe ketine ser aliyê Herêma Kurdistanê hemûyan bicîh anîne û nabe ku mafê destûrî yê Herêma Kurdistanê bên îhlalkirin.

Balyoza Amerîkayê Alina Romanowski got ku pirsgirêkên navbera Hukumeta Kurdistanê û ya Federal divê li gor destûrê çareser bibin û destekê dide çareseriya di rêya diyalogê de.

Di civînê de behsa rakirina astengiyên li pêşiya hilbijartina parlementoya Kurdistanê û çareseriya pirsgirêkan kirin.