Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî salvegera YNKê pîroz kirin
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî, 49emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) pîroz kirin.
Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî bi peyamên ku belav kirin, 49emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Serokê YNKê û Polîtburoya wê pîroz kirin.
Nêçîrvan Barzanî got: “Di vê boneyê de, em damezrînerê YNK’ê, Serok xwedêjêrazî Mam Celal û hemû têkoşerên ku di nava refên YNK’ê de ji bo azadiya Kurdistanê xebat kirin, bibîr tînin. Em dîroka xebat û têkoşîna YNK’ê bilind dinirxînin. Em hêvîdar in ku ev salveger bibe handana têgihiştin, tebayî, hevgirtin û yekrêziya navbera aliyên siyasî ji bo parastina qewareya federalî û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê.”
Mesrûr Barzanî jî bibîr xist, YNK xwedî dîrokeke diyar û berçav e û di gelek qonaxên cuda yên dîroka gelê me de roleke wê ya berçav û bi bandor hebûye û wiha got: “Pîrozbahî li salvegera damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li we, endam û alîgirên we dikim. Di vê rojê de em damezrênerê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê xwedêjêrazî birêz Mam Celal bi bîr tînin. Hêvîdar im di xebat û têkoşîna ji bo bidestxistina mafên rewa û parastina destkeftên gelê me û herwiha di piştevanîkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê de berdewan bin û her serkeftî bin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin