Nêçîrvan Barzanî û Serokê Nemsayê civîyan: Soza pistevaniya mafên gelê Kurdistanê
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 2yê Tîrmehê li Vîyena li Koşka Hofberg bi Serokê Nemsayê (Avusturya) re Alexander Van Der Bellen civiya.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê di hevdîtina bi Serokê Nemsayê re, guftûgo li ser hevkariyên hevbeş û pêwendiyên Nemsa ligel Iraq û Herêma Kurdistanê hate kirin.
Her du aliyan dîroka pêwendiyan û asta wan a niha de bilind nirxandin, û daxwaza xwe ya pêşxistin û berfirehkirina pêwendiyan di hemû waran de dubare kirin.
Di civînê de rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê, danûstandinên Hewlêr-Bexdayê ji bo çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûrê, pêkanîna sîstema federalî û hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatin gotûbêj kirin.
Barzanî spasiya hevkarî û piştevaniya Avusturyayê kir
Nêçîrvan Barzanî spasiya hevkarî û piştevaniya berdewam a Nemsayê ji Iraq û Herêma Kurdistanê re kir, herwiha amadehiya Nemsayê û rola wê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de bilind nirxand.
Bellen soza piştevaniyê bo mafên gelê Kurdistanê da
Serokê Nemsayê jî tekezî li ser berdewamiya piştevanî û hevsoziya welatê xwe ji bo gelê Kurdistanê û mafên wî kir.
Di civînê de rewşa pêkhateyan û mafên wan li Herêma Kurdistanê û Iraqê hate gotûbêjkirin. Di vê derbarê de her du alî li ser pêwîstiya alîkariya Êzidiyan ji aliyê civaka navdewletî ve hevnêrîn bûn, ku yek ji qurbaniyên herî mezin ên terorîstên DAIŞê ne.
Di civîna ku Balyozê Iraqê û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Nemsayê jî amade bûn de, ronahî hate xistin ser pêwendiyên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê ligel welatên cîran û navçeyê, guhertina keşûhewayê û girîngiya hevkariyên berfireh ji bo rûbirûbûna metirsiyan gotûbêj kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin