Nêçîrvan Barzanî û Yasar Guler gesedanên li Rojhilata Navîn gotûbêj kirin

02 March 2024 13:33 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî û Yasar Guler gesedanên li Rojhilata Navîn gotûbêj kirin
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Wezîrê Berevaniya Netewî ya Tirkiyê Yaşar Guler civiya.

Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yê ku ji bo Foruma Dîplomasî ya Antalyayê (ADF) hatibû Antalyayê hevdîtinek dualî kir. Di hevdîtina navbera her du aliyan de mijarên heyî hatin gotûbêjkirin.

Di çarçoveya Korbenda Dîplomasiyê ya ku îro 02.03.2024ê li Antalyayê hat lidarxistin de, îro danê nîvro, Nêçîrvan Barzanî Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Yaşar Guler civiya û di civînê de rewşa Rojhilata Navîn û metirsiya terorê hat gotûbêjkirin.

Di hevdîtinê de li ser giringiya hewlên ji bo nehiştina aloziya zêdetir li navçeyê, Barzanî û Guler tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên Tirkiyê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê kirin.

Îro înê 01.03.2024ê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo beşdarbûna li ADF ku li Antalyayê tê lidarxistin, çû Antalyayê.