Nêzîkbûna Enqere-Samê hat protesto kirin: Li Ezazê ala Tirkiyê ji ser avahiya hikûmeta demkî hate daxistin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li bajarê Ezazê û Idlibê yên Sûriyê ku di bin kontrola komên çekdarên opozîsyonê û artêşa Tirkiyê de ne, nêzîkbûna Şam û Enqerê hate protesto kirin.
Li gorî çavkaniyên opozîsyona Sûriyê, îro 12ê Tîrmehê li bajarê Ezazê bi hilgirtina ala opozîsyona Sûriyê li Ezazê li dijî proseya asayîbûnê ya navbera Enqere-Şamê xwepêşandan hate lidarxistin.
Hate diyarkirin ku xwepêşanderan bi ser navenda Hikûmeta Demkî ya opozîsyona Sûriyê de girt û ala Tirkiyê ya ser avahiyê hate daxistin.
Herwiha li Idlibê jî çekdarên Heyet Tehrîr Şamê (HTŞ) rêyên sereke girtin û nehişt ku welatî derkevin xwepêşandanê.
Hate ragihandin ku li Ezaz û Idlibê xwepêşanderan li dijî nêzîkatiyên Enqere û Şamê diruşm qêriyan û nivîs hilgirtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin