Namzedê Wezîrê Tenduristiyê yê Trump ji aliyê Senatoyê ve hat pejirandin
PeyamaKurd - Robert Kennedy ê ku ji aliyê Serokê DYA Donald Trûmp ve ji bo Wezîrê Tenduristiyê hate destnîşankirin û bi daxuyaniyên xwe yên li dijî aşiyê bû sedema nîqaşan, ji aliyê Senatoyê ve hat pejirandin.
Kennedy di Senatoya Amerîkayê de bi 52 dengên erê ji Komarîxwazan û 48 dengên na ji Demokratan hat pejirandin.
Senator Mitch McConnell yekane Komarparêz bû ku li dijî Kennedy deng da ku ji ber daxuyaniyên xwe yên dijî aşî û kurtajê di nav nîqaşên giştî de bû.
Kennedy diyar kir ku tenduristiya gel li welêt gav bi gav ber bi xirabûnê ve diçe, destnîşan kir ku ger bibe wezîr ew ê di gelek waran de guhertinên radîkal bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin