Namzetên Bajarê Wanê yên Partiya DEMê hatin eskerekirin

15 January 2024 12:57 0 dîtin
Namzetên Bajarê Wanê yên Partiya DEMê hatin eskerekirin

PeyamaKurd – Namzedê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê yê Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) hat eşkerekirin.

Li gelek bajaran referandûmên Partiya DEMê yên ji bo diyarkirina namzetên xwe yên beriya hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê dewam dikin, duh li hin bajaran dengdana tûra duyemîn hat lidarxistin.

Namzetên ku di hilbijartinên pêşwext ên ku ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatin lidarxistin de herî zêde deng girtin Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan bûn.

Neslihan Şedal di tûra yekem de 50+1 deng stand. Di nava namzetên ku derbasî tûra duyemîn bûn de Abdullah Zeydan 2 hezar û 358 deng û Mustafa Avcî jî 2 hezar û 287 deng stendin. Di hilbijartinan de namzetên Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan hatin hilbijartin.