Nasnameya ajokarê otomobîla wî li ber avahiya Trump teqiya hate eskere kirin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku nasnameya ajokarê wê otomobîla cûreya Cybertruck a Tesla ku li ber avahiya Trump International Hotel, teqiyaye diyar bûye.
Saziyên Lêpirsîna Federalî ya Amerîkayê (FBI) ragihand ku otomobîla li ber avahiya Trump a New Yorkê teqiyaye û kamyona ku li New Orleansê daye ser şahiya Noelê ji heman deverê hatine kirêkirin.
Hate diyarkirin ku ajokarê otomobîlê Matthew Livelsbergerê 37 salî bûye û di nav otomobîlê de miriye.
Hate eşkerekirin ku wî jî heman wekî wesayîta êrîşkarê New Orleansê Shamsud-Din Jabbar ji ser sepana Turo otomobîl kirê kiriye.
Êrîşkarê New Orleansê ku bi polîsan re ketibû pevçûnê hatibû kuştin. Di encama êrîşê de jî 15 kesan can dabû. Hatibû diyarkirin ku êrîşkarê di wesayîta wî de ala DAIŞê hatiye dîtin, beriya niha di artêşa Amerîkayê de jî kar kiriye. Rayedarên Amerîkî li ser girêdana herdu bûyeran lêkolînê dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin