NATO: Em dixwazin nakokiyên navbera Tirkiye û Yûnanistanê bi rêya diyalogê werin çareserkirin
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken û Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg eşkere kir, ew dixwazin ciyawazî û nakokiyên navbera Tirkiye û Yûnanistanê bi rêya diyalogê werin çareserkirin.
Antony Blinken û Jens Stoltenberg li Brukselê beşdarî civîna NATOyê bûn û piştî civînê Blinken li ser pirseka derbarê aloziya navbera Tirkiye û Yûnanistanê de eşkere kir: “Tirkiye û Yûnanîstan du hevpeyman û dostên girîng ên Amerîkayê ne. Belê, di navbera wan de ciyawazî û nakokî hene, lê em dixwazin ev ciyawazî û nakokî ku di navbera wan de hene, bi rêya diyalogê werin çareserkirin, beriya niha ev yek çêbûye. Em çaverê dikin ku careke din jî heman rêya çareseriyê bigrin ber xwe.”
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg di konferansa rojnamevanî ya hevbeş de destnîşan kir: “Tirkiye û Yûnanîstanê du hevpeymanên gelek bi qîmet in. Ew bi çendîn rê û şêwazên cuda sûdê digihînin NATOyê. Bêguman divê ciyawaziyên navbera wan bi rêya dîplomasiyê werin çareserkirin.”
Herwiha Jens Stoltenberg destnîşan kir, her weke berê, li NATOyê mekanîzmayeke taybet damezrandine bi mebesta rêgirtina li dirustbûna her rewşeke metirsîdar di navbera Tirkiye û Yûnanistanê de.
Herî dawî Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken pirsa endamtiya Swêd û Fînlandayê li NATOyê nirxand û got: “Yekdengiyekî baş di navbera hevpeymanan de ji bo endamtiya wan du welatan (li NATO) heye û em di wê baweriyê de ne ku prose ber bi pêşve diçe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin