NATO pêsniyara Almanya ya ‘Herêma Ewle ya Navnetewî’ gotûbêj dike

23 October 2019 21:12 0 dîtin
NATO pêsniyara Almanya ya ‘Herêma Ewle ya Navnetewî’ gotûbêj dike

PeyamaKurd - Sekretêrê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand ku ew bi Wezîrê Karên Derve ya Almaniyayê Annegret Kramp-Karrenbauer re li ser avakirina herêma ewle li Bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) axiviye û ew hemû pêşniyarên rêya ber bi aştiyê qebûl dike.

Li gorî ajansa Reutersê Stoltenberg got: "Agirbesta li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi hevkariya Amerîkayê, bingeha çareserkirina siyasî ya şer e."

Stoltenberg herwiha li ser rêkeftina navbera Rûsya û Tirkiyê ya li Soçiyê nexwest ti daxuyaniyekê bide.

Li aliyê din jêderan Reutersê re daye zanîn ku Wezîra Bergiriyê ya Almanya pisporên yasayan agahdar kirine ku bi Civata Ewlehiyê ya Navdewletî re bikevin nav danûstandinê daku herêma ewle ya ji bo Rojavayê Kurdistanê tê pêşniyarkirin were qebûl kirin.

Heman çavkaniyan diyar kiriye ku "Hevpeymanên NATOyê gotine ku ew ji bo gotûbêjkirina pêşniyaran amade ne."