Navça Kemah a bajarê Ezirganê hejiya
PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li navça Kemah a bajarê Ezirganê (Erzincan) bi pileya 3,7 erdhejekî qewimî. Erdhej di bin erdê de, di kûrahiya 5 km yan çêbû.
Rasatxana Kandilliyê û Enstituya Lêkolînê ya Erdhejê ya Tirkiyê ragihandin ku erdhej seet di 13.38an de çêbûye.
Di encama erdhejê de, heya niha ti bûyerekî neyînî nehatiye ragihandin lê ji ber erdhejê xelkê navçê û dora navçê ket nav panîkê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin