Navça Pazarcik a Bajarê Marasê bi 4.5 pile hejiya
PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li navça Pazarcık a bi ser bajarê Maraşê, bi pileya 4.5 erd hejiya. Heja erdê li jîngehên der û dor hat hîskirin. Berê jî Pazarcık bi pileya 4.5 û 4.3 yan hejiyabû. Erdhej, siet di 15.10 an de çêbû û kûrahiya erdhejê 7.47 km di bin erdê de ye.
Li ser babeta zerara mal û can heya niha ragihandinekî neyînî nehat kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin