Navça Puturge ya bajarê Meletiyê hejiya
PeyamaKurd – Li gor ragihandina rêxistina AFAD ê ya bi ser wezareta karên hundir ya Tirkiyê; îşev li bajarê Meletiyê li navça Puturgê siet di 22.16an de, di bin erdê de bi 5 km yan kûr û bi pileya 4.1 ê erdhejekî çêbû.
Di mijara zerar û ziyanên canî û maddî de agahî nehat dayîn. Herêma Meletiyê bi taybetî xetta navça Puturge û Sivrice ya Xarpêtê di salê de çend caran dibe meydana erdhejê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin