Navên namzedên Serokê Herêma Kurdistanê sibe dê bên ragihandin
PeyamaKurd - Sibe roja yekşemê 19.05.2019ê navê wan kesên ku xwe ji bo Serokatiya Herêma Kurdistanê kirine namzed dê bên aşkera kirin.
Endama lijneya yasayî li parlamentoya Kurdistanê Xetîce Omer ji medya Kurdistanê re ragehand: ‘Navê namzedên Serokê Herêma Kurdistanê sibe dê bên ragihandin.’’
Herweha diyar kir, ew namzedên ku navên wan nehatine pejirandin dikarin, du rojan de serî li dadgeha temyîzê bidin û piştî du rojan jî dê ew biryarên dadgeha temyîzê zelal bibe, piştre desteya serokatiya parlamentoya Kurdistanê, di mawayê sê rojan de dema helbijartina Serokê Herêma Kurdistanê dê diyar bike.
Li gor daxuyaniya endama lijneya yasayî ya Parlamentoya Kurdistanê, li gor wan rêkarên yasayî xuya ye dawiya vê heftiyê dema hilbijartina Serokê Herêmê bê diyar kirin.
Li gor pêşniyara sererastkirina yasaya serokatiya herêma Kurdistanê, awayê dengdanê dê bi aşkera be û her kesekî bibe serokê herêma Kurdistanê, pêwîstiya wî bi dengên 56 endamên parlamentoya Kurdistanê heye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin