Naveroka axaftina Gideon Sa’ar û Îlham Ehmed eskere bû: Misogerkirina mafên Kurdan...
PeyamaKurd – Roja 3yê Çileyê Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Saar, pêwendiyeke telefonî pêk anîbûn.
Hurgilî û naveroka pêwendiya Saar û Ehmed hate eşkere kirin. Li gorî çavkaniyên Rojavayê Kurdistanê yên pêbawer, Îsraîlê bi rengekî erênî nêzîkî garantîkirina mafên kurdan û pêkhateyên din li Sûriye nû bûye.
Behsa êrîşên Tirkiyê jî hate kirin
Hate diyarkirin ku Îlham Ehmed û Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Sa’ar behsa rewşa Sûriyê, geşedanên dawiyê li herêmê, parastina serweriya Sûriyê û êrîşên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê kirine.
Di wê pêwendiyê de herdu aliyan girîngî dane agirbesteke mayînde li ser tevahiya axa Sûriyê û herwiha Îlham Ehmed û Gideon Sa’ar, qala parastina kurdan û neteweyên din kirine.
Çavkaniyan daye zanîn ku wezîrê Îsraîlê bi awayekî êrênî nêzîkî misogerkirina mafên kurdan û rawestandina şer bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin