Naveroka peymana Agirbesta ku Hemas pê razî ye û Îsraîl red dike askere bû
PeyamaKurd - Hemasê duh daxuyaniyek da û ragihand ku ji bo agirbest û pevguhertina dîl û girtiyan, peymana 3 ku ji 3 qonaxan pêk tê qebûl kiriye, lê belê rayedarekî Îsraîlî got ku ji ber ev peyman xalên “sivikkirina Îsraîlê” dihundurîne, ji aliyê Îsraîlê ve nayê qebûlkirin.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ku ligel Qeter û Misrê navbeynkariya danûstandinên nerasterast ên navbera Hemas û Îsraîlê de dike, ragihand ku ew bersiva Hamasê dinirxînin û wê bi hevalbendên xwe yên li Rojhilata Navîn re bicivin.
Reutersê, di nûçeya xwe ya ku spartiye berpirsên Hemasê de naveroka peymana ku ji 3 qonaxan pêk tê û Hemasê ragihandiye ku ew vê peymanê qebûl dike wiha ye:
Qonaxa yekem:
1- Agirbesta ku wê 42 rojan bidome.
2- Hemas di berdêla berdana filistîniyên di girtîgehên Îsraîlê de ne, wê 33 dîlên Îsraîlî serbest berde.
3- Îsraîl wê beşek ji hêzên xwe ji Xezzeyê vekişîne û wê bi serbestî çûna Filistîniyan a ji başûr ber bi bakurê Xezzeyê pêkan bike.
Qonaxa duyem:
1-Wê agirbesteke din a ku ji 42 rojan pêk tê bê ragihandin û ji bo aramiyeke domdar pêkan bibe wê peymaneke din bê tomarkirin. Kesekî ku di derbarê danûstandinan de xwedî agahiyên gring e got ku Hemas û Îsraîl, li ser destpênekirina gotûbêjên ji bo agirbesteke mayînde li hev kirine.
2- Hêzên Îsraîlî wê bi temamî ji Xezzeyê vekişin.
3- Hemas wê di berdêla serbestkirina girtiyên Filistînî de, wê ji nav dîlên di dest xwe de leşkerên erkdar û yên yedeg ên Îsraîlê serbest berde.
Qonaxa sêyemîn:
1- Wê meytên di destên aliyan bêne pevguhertin û li gorî plansaziya ku ji aliyê Qeter, Misir û Neteweyên Yekbûyî (NY) ve tê çavdêrîkirin, ji nû ve avakirina Gazzeyê dest pê bike.
2- Wê dorpêça artêşa Îsraîlê ya li ser Xezzêyê bi temamî bê rakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin