Nebih Berri: Di pêsniyara DYAyê de xalekî tine ku Îsraîl da li nav Lubnanê serbest tevbigere
PeyamaKurd – Serokê meclisa Lubnanê Nebih Berri, li ser pêşniyara DYAyê ya ji bo agirbesa Hîzbûllahê û Îsraîlê raveyan kir û got ku reşbeleka peymanê gihaye ber destê wan û di pêşniyarê de hinek xal hene ku dê qebûl nekin. Li gor ajansa Lubnanê ya bi navê NNAyê; Nebih Berri gotiye:
“ Di Pêşniyara DYAyê de xalekî tine ku serbestîyê bide artêşa Îsraîlê da li ser axa Lubnanê tevbigere. DYA û yên din dizanin ku em vêya qebûl nakin û wekî prensîb li serê niqaşê jî nakin û ti îhlalekî li ser desthilata me em qebûl nakin. Di pêşniyarê de mijarên weka mayîna hêzên NATO û yên weka wê ku li Lubananê bicîh bikin, tine.
Di pêşniyarê de tenê tiştekî heye ku em qebûl nakin. Ew jî li ser avakirina komîta ku peymanê kontrol bike ye. Li ser avakirina komîtê munaqeşe dewam dikin. Munaqeşe di atmosferekî erênî de dewam dike.”
Berri, her weha got ku şêwirmendê bi tecrube yê Joe Biden Amos Hochstein hatiye Lubnanê da muzakere pêşde herin. Di pêşniyarê de xalên ku hene:
-Li gor pêşniyarê; wê pêvajoya vekşandina artêşa Îsraîlê di bin kontrola DYA û dewletekî dinê de bimeşe.
-Piştî îmzakirina peymanê wê di nav 60 rojan de, Lubnan, grûbên çekdar yên li başûrê Lubnanê bê çek bike.
-Li gor biryara NY ya jimare 1701ê; ji bo ber li çekdarkirina grûban bigrin, wê ti kes an dewlet çekan nefroşe Lubnanê û di nav Lubnanê de wê hilberîna çekan di bin kontrola hukumeta Lubnanê de bibe.
-Li ser sînorê Lubnan-Îsraîlê wê hêzên NY an ku UNIFIL û artêşa Lubnanê hebin û li ser ‘Xeta Kesk’ wê ti hêzekî dinê tinebe.
-Wê Hîzbûllah vekişe bakûrê Çemê Litaniyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin