Neçîrvan Barzanî balyozê Hindistanê yê li Iraqê qebûl kir

28 January 2025 23:01 0 dîtin
Neçîrvan Barzanî balyozê Hindistanê yê li Iraqê qebûl kir

PeyamaKurd – Bi sedema balyozê Hindistanê yê li Iraqê dest bi karê xwe yê nûh kir, li Erbîlê seredana serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir, di qebûlê de Barzanî di karê balyoz yê nûh de jê re serkeftinê xwest.

Nêçîrvan Barzanî ji bo balyozê Hindistanê Soumen Bagchi ragihand ku ji bo di karê xwe biser bikeve dê her cûre destekê bidê.

Li gor ragihandina serokatiya Herêma Kurdistanê; bi sedema balyozê Hindistanê nûh dest bi karê xwe kiriye, razîbûn û dilxweşiya xwe bi seredana Herêma Kurdistanê aniye, xwestiye têkiliyên Hindistanê bi Iraqê û Herêma Kurdistanê re pêşde bibe û gotiye Hindistan girîngiyê û qedrê dide têkiliyan.

Rewşa herêmê û babetên hevpar yên her dû welatan mijarên wan yên axaftinê bûn. Di hevdîtinê de balyoz û cîgirê balyozê Hindistanê yên Herêma Kurdistanê jî amade bûn. Serokatiya Herêma Kurdistanê di mijarê de weha got:

“Îro roja Sêşemê di 28.01.2025an de serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi balyozê nûh yê Hindistanê re ku li Iraqê nûh dest bi karê xwe kiriye birêz Soumen Bagchi re hevdîtinekî kir. Barzanî balyoz pîroz kir, jê re serkeftinê xwest û ragihand ku wê her destekê bide balyoz. Nêçîrvan Barzanî daxwaza xwe ya pêşdebirina têkiliyên bi Hindistanê re, di her sehayê de ragihand.

Balyozê Hindistanê ji ber dest bi karê xwe kiriye û seredana Herêma Kurdistanê kiriye razîbûna xwe ragihand. Daxwaza xwe ya pêşdebirina têkiliyên Hindistanê û Herêma Kurdistanê dubare kir. Balyozê Hindistanê yê Herêma Kurdistanê û cîgirê wî jî di hevdîtinê de amade bûn. Babetên wan rewşa herêmê û babetên din yên hevpar bûn.”