Nêçîrvan Barzanî bang li hikûmeta Iraqê kir ku sehîdên kîmyabarana Xosnawetî qerebû bike
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bang li hikûmeta Iraqê kir ku malbatên şehîdên êrîşa kîmyayî ya Xoşnawetî werin qerebûkirin.
Nêçîrvan Barzanî, bi boneya salvegera êrîşa kîmyayî ya Xoşnawetî li ser twitterê peyamek belav kir û şehîdên êrîşa kîmyayî ya rejîma Beasê yad kirin.
Barzanî got: “Ez şehîdên êrîşa kîmyayî ya Balîsan, Şêx Wesanan û Xoşnawetê di salvegera şehîdbûna wan de bi rêz û hurmet bibîr tînim. Li ber ruhê pak ê şehîdan bi rêzdarî xwe diçemînin. Silav ji kesûkarên wan ên serbilind re. Em bang li hikûmeta federal a Iraqê dikin wan qerebû bike.”
لە یادی شەهیدانی کیمیابارانی بالیسان، شێخ وەسانان و دۆڵی خۆشناوەتیدا، به ڕێز و شکۆوه به بیریان دههێنینهوه، سهری ڕێز و نهوازش لهبهردهم گیانی پاکیاندا دادهنوێنین. سڵاو بۆ کەسوکاری سهربهرزیان دهنێرین و داواکارین حکوومهتی فیدرالی عیراق قهرهبۆیان بکاتهوه.
— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) April 16, 2022

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin