Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê Brîtanya yê Iraqê Stephen Hickey re civiya

15 October 2020 12:32 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê Brîtanya yê Iraqê Stephen Hickey re civiya

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê Brîtanya yê Iraqê Stephen Hickey re civiya.

Di civînê de pêwendiyên Herêma Kurdistanê yên bi Brîtanya re, rewşa Iraqê bi giştî û rewşa aborî ya zehmet bi taybetî, herwiha gotûbêjên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û çareserkirina pirsgirêkan, metirsiyên terorê û erkên Hevpeymaniya Navdewletî hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan tekezî li ser berdewamiya hevbeşiya di navbera xwe de û pêşxistina pêwendiyan bi taybet di warê aborî de kirin.

Nêçîrvan Barzanî da zanîn, Brîtanya û civaka navdewletî dikarin bo aramî û avakirina saziyan, alîkariya Iraq û Herêma Kurdistanê bikin.

Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê Stephen Hickey jî di vê civînê de kêfxweşî û piştevaniya xwe ji bo gav û pêşveçûna gotûbêjên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo çareserkirina pirsgirêkan nîşan da û hêvî kir, ku her du alî hemû pirsgirêkan çareser bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê û tevahiya pirsgirêkên navxwe yên Iraqê bi kilîda aramî û asayişa welat bi nav kir.