Nêçîrvan Barzanî bi Cîgirê Serokê Komîsyona Ewropayê re civiya

19 February 2022 15:59 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî bi Cîgirê Serokê Komîsyona Ewropayê re civiya

PeyamaKurd Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di çarçoveya Konferansa Asayîşa Munichê de, bi Cîgirê Serokê Komîsyona Ewropayê Margaritis Schinas re civiya.

Li gor agahiyan, di civînê de rewşa Iraqê, proseya hilbijartinan û hengavên proseya siyasî gotûbêj kirin û her du aliyan tekezî li ser girîngiya guftûgoyên ji bo çareserkirina kêşeyên Iraqê kirin.

Cîgirê Serokê Komîsyona Ewropayê diyar kir, ew bi girîngî temaşeyî rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê dikin û ew bawer in ku derfertek heye ji bo wê yekê ku Iraq baştir li ser piyên xwe rawestê heta şerê terorê bike û bikarê li rêya binyatnana demokrasî û saziyan ve, aştî û aramiyê dabîn bike.

Cîgirê Serokê Komîsyona Ewropayê da zanîn, Yekîtiya Ewropa berdewam û pêgir e bi pêwendiyên xwe yên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê û hêvîdar in kêşeyan çareser bikin. Herwiha spasî alîkariya Hewlêr û Bexdayê li gel Yekîtiya Ewropa ya di derbarê pirsa koç û koçberan kir.

Herwiha Margaritis Schinas di beşeke din a civînê de eşkere kir û got, Ewropî amade ne ji bo hevkariyê û wekî hevbeş temaşa Iraq û Herêma Kurdistanê bikin. Herwiha spasî ji bo alîkariya Herêma Kurdistanê li gel Yekîtiya Ewropayê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser girîngiya yarmetîdan û hevkariya Ewropa ya ji bo Iraqê kir heta bikarê kêşeyên xwe çareser bike ku dibê sedema dabînkirina aramiya siyasî û diyar kir, girîng e siyaseteke Yekîtiya Ewropa ya giştgîr li beramber Iraq û Herêma Kurdistanê hebe.

Herwiha pêşhatên dawî yên rewşa navçeyê bi giştî, mijareke din a civînê bû.