Nêçîrvan Barzanî bi peyamekê 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan pîroz kir

08 March 2022 14:58 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî bi peyamekê 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan pîroz kir

PeyamaKurd Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi peyamekê 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan pîroz kir û got: “Rûbirûbûna tundûtûjiya li hember jinan, erkê me yê hevbeş e. Ev rewş bi tu awayî nayê qebûlkirin û divê bi temamî bi dawî were.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyam xwe de, pîrozbahî li “hemû jinên li Kurdistan û her welat û deverek cîhanê bin” kir û hêviya pêşveçûna berdewam û serkeftinê ji bo jinan daxwaz kir.

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir, di vê helkeftê de li gel dupatkirina hemû piştgiriyan ji bo jinên Kurdistanê, “piştrast dikim ku em ê wek her tim maf û azadiyan biparêzin û bi hemû şiyana xwe berevaniyê lê bikin.”

Nêçîrvan Barzanî eşkere dike: “Di demekê de ku em vê rojê bibîr tînin, em bi nîgeranî li tundûtûjî, kuştin, azardana jinan û binpêkirina mafên wan dinêrin ku bandoreke mezin li ser rewşa civakî û nav û pêgeha Herêma Kurdistanê kiriye. Ev rewş bi tu awayî nayê qebûlkirin û divê bi temamî bi dawî were.”

Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Rûbirûbûna tundûtûjî û rêgiriya li kuştina jinan her bi çi hincetê be, erkekî hevbeş ê me hemûyan e li her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê û aliyên pêwendîdar ên hikûmet, rêxistin, mamosteyên ayînî, medya û civakê bi giştî.”

Nêçîrvan Barzanî daxwaz dike, bi rêya perwerde, agahî û hişyariya tak û malbatê “em hemû hişyar û hevkar bin û hewlên ciddî bidin ji bo nehiştin û binbirkirina tundûtûjiya dijî jinan û pêşxistina çanda netundûtûjî, lêborîn, yeksanî, misogerkirina beşdarî û hevbeşiya aktîv a jinan di hemû warên jiyan, desthilat, siyaset û kargêrî de û bihêztirkirina şiyanên xwe.”

Herî dawî Serokê Herêma Kurdistanê silavan ji bo giyana qurbaniyên tundûtûjiya dijî jinan şand û got: “Berz û şikodar be 8ê Adarê, serkeftin ji bo xebat û têkoşîna jinan û azadîxwazan ji bo dabînkirina maf, dadwerî û yeksaniyê. Silav li giyana qurbaniyên tundûtûjiya dijî jinan.”