Nêçîrvan Barzanî bi peyamekê Cejna Rojîyê ya Kurdên Êzidî pîroz kir
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo Cejna Rojiyê ya Kurdên Êzidî peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li tevahiya êzidiyên li Kurdistanê û cîhanê kir û soz da wan: “Careke din hemû Êzdiyan piştrast dikim ku hindî xûşk û birayekê me yê Êzidî wenda, revandî û bêserûşûn mabe, em dê li ser hewlên xwe yên rizgarkirin û vegerandin û eşkerekirina çarenivîsê wan berdewam bin.”
Nêçîrvan Barzanî got: “Cejna Rojiyê li Mîrê Êzdiyan û Babê Şêx û Civata Rûhanî û hemû xûşk û birayên Êzdî li Kurdistanê û li her dereke cîhanê û bi taybetî jî li malbat û kesukarên qurbanî yên Êzidî yên destê terorê pîroz dikim”
Di berdewama peyama xwe de Nêçîrvan Barzanî diyar kir: “Hêvîdarim ev cejn û cejnên bên, aramiyê ligel xwe bînin û dûmahiya hemû nexweşiyan bin, jiyan û avedanî vegere war û cihên Êzdiyan û hemû derên ji ber şerê terorê ziyan dîtî û awareyên wargehan vegerin ser mal û gund û bajarên xwe yên tena û avadankirî.”
Nêçîrvan Barzanî got: “Herwiha jî em dê hemû hewlan bidin û berdewam dê kar bikin daku kultura pêkvejiyanê û hevqebûlkirina pêkhateyên olî û netewî li Kurdistanê parastî be û bê berfirehkirin û Kurdistan her bimînît welatê hemû pêkhateyan.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin