Nêçîrvan Barzanî di nav ‘100 navên herî bi bandor’ de ye

05 December 2020 23:41 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî di nav ‘100 navên herî bi bandor’ de ye

PeyamaKurd – Kovara The Algemeiner ku navenda wê New York e, salane 100 navan tesbît dike ku wan navan kesên herî bi bandorin. Bo sala 2020 an di nava navên ‘100 navên herî bi bandor’ de li gor tesbîta kovarê serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî heye. Bi Barzanî re Donald Trump û Joe Biden hene.

Bi sedema salvegera damezrandina kovarê de, di meha em tê de ne lîste hat aşkerakirin lê kovar ragihand ku pandemî, krîza aborî, tevgerên nijadperestî yên li Amerîkayê û ji ber gelek mijaran gelek zahmet bû ku li gor salên borî navan tesbît kirin.

Di lîstê de, di derbarê danasîna Nêçîrvan Barzanî de hat bibîrxistin ku berê serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê kiriye û dibêje:

“Bo mafê netewî yên Kurdan şervanekî bi tecrubeye”.

Di nivîsê de dibêje di wezîfa serokatiya herêmê de sala xwe qedandiye, di jiyana xwe ya siyasî de ji pêkvejiyana pêşhateyan diparêze, di Rojhilata Navîn de di navbera pêhateyên ayînî û etnîkî de jiyana di nava aştiyê de diparêze, ji qedr û qiymetên şexsî îlhamên kûr distîne û kesayetiyekî “aştîxwaz, pêşverû,nûjen û dixwaze civateka xweşbîn ava bike”.

Barzanî daîma di mijara talûkeyên ku ji aliyê terorîzma redîkal de hatine herêmê de hişyariyê daye, balê kişandiye ser sala 2020an ku li çar aliyê dinyayê li ser êrîşên ku tên kirin de gotiye:

“Têkbirina İŞİD ê û têkoşîna bi terorê re ya di asta navdewletî de, pêdivî hê jî bi desteka civaka navdewletî heye.”

Barzanî ew kese ku desteka navdeletî bibîr xistiye.