Nêçîrvan Barzanî: Em dixwazin bi riya bicihanîna madeya 140 çarenivîsa Kerkûkê yekalî bibe
PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî di bangeşaya hilbijartinê ya namzedên PDKê yên Kerkûkê de ragihand: “Em gelekî ji rewşa Kerkûkê û îdareya wê ne razî ne, ji ber ku îdareyeke spandî û ne hilbijartî ye. Divê Parêzgarê Kerkûkê yê bê Kurd be û xizmeta hemû pêkhateyan bike.”
Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî, li Hewlêrê beşdarî bangeşeya hilbijartinên giştî yên 10ê Cotmehê ya namzedê PDKê yên Kerkûkê bû gotarek pêşkeş kir.
Nêçîrvan Barzanî got: “Ji dema dirustkirina dewleta Iraqê ve, xelkê Kerkûkê rastî êş û azarê tên, hewla guhartina demografiya wî bajarî tê dayîn û tê erebkirin. Kurdistanîbûn û Kerkûkîbûn dijawr e, ji ber wê jî em hemû bi hest û mejî ve Kerkûkî ne. Mebesta PDKê û Serokê PDKê ew e, xelkê Kerkûkê rihet bikin ku petrol û samanên xwezayî bibin cihê pêşketin û dirustkirina derfetên kar ji gencên Kerkûkê re, ne ku bibe cihê kedxwarin û guhartina nasnameya Kerkûkê.”
Barzanî di berdewamê de diyar kir: “Şerê me li ser nasnameya niştimanî û dîroka ya Kerkûkê bû, herwiha Xaneqîn, Şingal û Mexmûrê, bêyî ku em li dijî ti neteweyekê bin. Daxwaza me ne petrola Kerkûkê, lê belê nasnameya Kerkûkê ye. Em naxwazin şerekî netewî bi Kerkûkiyan bikin, berûvajî wê em dixwazin aramî, avedanî, xizmetguzarî û hevbeşiya rasteqîne li Kerkûkê di navbera hemû pêkhateyan de hebe.”
Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir: “Em dixwazin bi riya cibicîkirina madeya 140 ya destûra Iraqê, çarenivîsa Kerkûkê yekalî bibe, ev jî daxwazeke rewa û yasayî ye. Li vir dubare daxwaza cibicîkirina madeya 140 dikin, ewên li dijî wê madeyê ne, li dijî aramî û pêkvejiyana li Iraqê ne. Em naxwazin ti pêkhateyek li Kerkûkê bişike, lê belê em dixwazin hemû bi aştî bi hev re bijîn.”
Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Heta îdareyeke rewa li Kerkûk hebû, li ser fermana Serok Barzanî me karî gelek projeyên xizmetguzariyê li ser budceya Herêma Kurdistanê li Kerkûkê cibicî bikin, hevdem jî îdareya wê demê ya Kerkûkê karî ji pereyên petrolê projeyên pêk bînin.”
Cîgirê Serokê PDKê got: “Heta PDK û Serokê PDKê hene, nabe ti Kerkûkiyek li Kerkûkê hest bi bêkesiyê bike. Em gelekî ji rewşa Kerkûkê û îdareya Kerkûkê ne razî ne, ji ber ku ew îdareyeke sepandî, ne hilbijartî ye. Ji ber ku îdareyeke hevbeş tune ye, Kurd lê bêpar mane, beşeke mezin ji birayên me yên Tirkmen jî jê ne razî ne.”
Nêçîrvan Barzanî ji bo xelkê Kerkûkê jî wiha axivî: “Em hewl didin îdareya bê ya Kerkûkê bi dilê we û hemû pêkhateyan be û îdareyeke hevbeş be. Piştî rûxana rêjîma berê ya Iraqê, wek mafekî rewa Parêzgarê Kerkûkê Kurd bû, ji bo pêşerojê jî divê her Kurd be. Rewşa niha li Kerkûkê heye, ne asayî ye. Divê parêzgarê bê yê Kerkûkê Kurd be û di xizmeta hemû pêkhateyên Kerkûkê de be.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin