Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê pêwendiyên ligel Tirkiyê giring dibîne
PeyamaKurd – Di hevdîtina li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku Herêma Kurdistanê pêwendiyên ligel Tirkiyê giring dibîne.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan ku serdana Hewlêrê dike, civiya.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de peywendiyên navbera Tirkiye, Iraq û Herêma Kurdistanê û hevkariya di navbera aliyan û çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê û rewşa giştî ya Iraqê hatin gotûbêjkirin. û Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin.
Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe ya ji bo serdana Hakan Fîdan nîşan da û ragihand, Herêma Kurdistanê peywendiyên ligel Tirkiyê giring dibîne.
Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê jî kir, ku pêwîste peywendiyên dualî di her warî de li ser esasê berjewendiyên hevbeş ên aliyan pêş bikevin, Nêçîrvan Barzanî spasiya alîkariyên Tirkiyê bo Herêma Kurdistanê kir û ragihand, Herêma Kurdistanê di rojên dijwar de alîkariyên Tirkiyê ji bîr nake.
Hakan Fîdan herwiha diyar kir, welatê wî giringiyeke taybet bi peywendiyên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê dide û rewşa aram a Herêma Kurdistanê bilind nirxand û diyar kir ku ew amade ne ji bo pêşxistina peywendiyan.
Di civînê de derbarê hinartina petrola Herêma Kurdistanê de nirxandin hatin kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin