Nêçîrvan Barzanî îro bi Balyozê Brîtanyayê re civiya

15 February 2022 14:06 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî îro bi Balyozê Brîtanyayê re civiya

PeyamaKurd Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro bi Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Mark Bryson-Richardson û şanda pê re civiya.

Li gor zanyariyan, di civînê de proseya siyasî li Iraqê, hilbijartin û encamên wê, rûniştina yekem a Encûmena Nûneran a Iraqê, hilbijartina Desteya Serokatiya Encûmenê û pêngavên piştî wê û girîngiya piştevaniya civaka navdewletî li proseya siyasî ya Iraqê hatin guftûgokirin.

Di civînê de Nêçîrvan Barzanî piştî pêşkêşkirina kurteyekê derbarê rewşa niha, tekezî li wê kir ku Iraq û Herêma Kurdistanê pêwîstiya wan bi aramî û ewlehiyê heye ji bo bikarin bernameyekê cibicî bikin ku di berjewendiya tevahiya pêkhateyên Iraqê de be.

Herwiha her du aliyan tekezî li bihêzkirina pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Brîtanyayê kir û aliyê Brîtanî spasiya hewlên Nêçîrvan Barzanî ji bo bihêzkirina pêwendiyên ligel Brîtanya kir. Herwiha pêwendiyên Herêma Kurdistanê û welatên cîran hate behskirin.

Rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê mijarek din a civînê bû û tê de pêwendiyên di navbera aliyên siyan hatin gotûbêjkirin û ronahî hate xistin ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê û proseya nivîsandina destûrê.

Nêçîrvan Barzanî jî di civînê de destnîşan kir, Herêma Kurdistanê pabend e ku hilbijartin di dema xwe de werin kirin û destûr jî bibe komkarê hemû aliyan be û ji bo vê mebestê jî divê hevahengî bi Bexdayê re hebe.