Nêçîrvan Barzanî ji ber bicîhanîna sîretên tenduristiyê spasiya gelê Kurdistanê kir
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya welatiyan kir ku şîretên tenduristiyê bicîh tînin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro peyamek belav kir û ragihand, spasiya welatiyan û xelkê Herêma Kurdistanê dike ji ber ku li mal dimînin û şîretên tenduristiyê bicîh tînin.
Nêçîrvan Barzanî spasiya karmendên tenduristiyê û tevahiya hêzên ewlehiyê jî kiriye û gotiye: Spasiyek taybet jî bo karmendên tenduristiyê, Pêşmerge, karmendên firokexane û dergehên sînorî, dezgehên ewlehiyê, medya û tevahiya wan qehremanên ku di parastina Kurdistanê de li hember vîrusa Koronayê teslîm nabin. Em bi we serfiraz in.
Thank you fellow citizens and residents of the Kurdistan Region for staying home in order to stop the spread of coronavirus. Special thanks to our heroes, medical teams, Peshmerga soldiers, law enforcement and media agencies who work tirelessly to save lives. I’m proud of you.
— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) April 6, 2020
Berdevkê Rêveberiya Tendirustiya Hewlêrê, Dr. Bijar Mûsa Elî bi daxuyaniyekê ragihand ku, tekane rêya çareseriye bicîhanîna şîretên tendirustiyê ye

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin