Nêçîrvan Barzanî ji bo pêskeskirina destpêsxeriya Serok Barzanî serdana Necef û Bexdayê dike
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Bexda û Necefê bike û destpêşxeriyeke Serok Barzanî ya ji bo bidawîkirina xitimandina siyasî ya Iraqê bigihîne aliyên siyasî yên Iraqê.
Li gorî nûçeya K24ê jêderekî agahdar ji Serokatiya Herêma Kurdistanê gotiye: “Biryar e Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Bexda û Necefê bike. Serokê Herêma Kurdistanê destpêşxeriyeke Serok Barzanî ji bo derketina ji xitimandina siyasî digihîne aliyên Iraqî.”
Tê çaverêkirin Nêçîrvan Barzanî, bi Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir û aliyên din ên iraqê hevdîtinan pêk bîne. Derbarê roja serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Bexda û Necefê de agahî nehat dayîn.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ji dema hilbijartinên Cotmeha 2021ê ve proseya siyasî ya Iraqê xetimiye û heta niha hikûmeta nû nehatiye avakirin. Herwiha ji ber nakokiyên navbera navbera Tevgera Sedir û Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê ya şîeyan, niha rewşa siyasî ya Iraqê ketiye qonaxeke nediyar.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin