Neçîrvan Barzanî ji serokwezîr Johnson re peyama sersaxiyê sand

15 September 2021 01:50 0 dîtin
Neçîrvan Barzanî ji serokwezîr Johnson re peyama sersaxiyê sand

PeyamaKurd – Bi sedema wefata diya serokwezîrê Îngîltere Boris Johnson, serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyama sersaxiyê belav kir. Nêçîrvan Barzanî di ser hesabê xwe yê Twitterê de weha got:

“Ez bi sedema wefata diya serokwezîrê Îngîltere Boris Johnson, jê re taziyeyên xwe radigihînim. Di vê wexta zor ya Johnsona de, dilê me bi malbata Johnson re ye.”

Diya Johnson Charlotte Johnson Wahl, di 79 saliya xwe de li Londrayê di nexweşxaneyekî de wefat kir. Wahl resameka bi nav û denge û di derbarê sedema mirina wê de agahiyên hûr nehatin dayîn.