Nêçîrvan Barzanî, ligel Balyozê Çînê civiya
PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro ligel Balyozê Çînê civiya. Hat ragihandin ku di hevdîtinê de li ser pêwendiyên dualî guftûgo hatine kirin û hêza Pêşmergeyan a di şerê IŞÎDê de hatiye nirxandin.
Nêçîrvan Barzanî, îro li Hewlêrê pêşwaziya Balyozê nû yê Komara Gel a Çînê yê Iraqê Cui Wei û şanda ligel wî kir. Di daxuyaniya ku li ser hevdîtinê ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve hat dayîn de hat eşkerekirin ku Nêçîrvan Barzanî, bi helkefta destbikarbûnê pîrozbahiyê li Balyozê nû kiriye û di kar û xebatên wî de hêviya serkeftinê kiriye.
Hat ragihand ku Nêçîrvan Barzanî tekez kiriye, Herêma Kurdistanê ji bo biserxistina kar û erkên piştevaniya balyozê nû yê Çînê bike, amade ye. Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku rayedarên Herêma Kurdistanê dixwazin di hemû waran de têkiliyên xwe bi Çînê re berfirehtir bikin.
Hat eşkerekirin ku Nêçîrvan Barzanî li ser navê Herêma Kurdistanê spasiya Çînê kiriye ku di dema belavbûna pandemiya Covid-19 de pêwîstiyên pizîşkî pêşkêşî saziyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê kiriye.
Li gorî daxuyaniyê, Balyozê nû ji ber avedanî û pêşketina Herêma Kurdistanê matmayîna xwe nîşan daye û rola Pêşmerge ya di şerê li dijî IŞÎDê de bilind nirxandiye. Hat zanîn ku tekezî li ser daxwaza welatê xwe ya ji bo pêşxistina pêwendiyên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê kiriye.
Her wiha hat diyarkirin ku Sui Wei destnîşan kiriye ku Iraq ji bo Çînê hevbeşekî girîng ê bazirganiyê ye û wî hêvî kiriye ku pêwendî û asta hinardekirin û hawirdekirina welatê wî ya bi Iraq û Herêma Kurdistanê re zêde bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin