Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî û kabîneya nû pîroz kir
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema destbikarbûna Mesrûr Barzanî weke Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, pîrozbahî li wî û kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.
Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe nîşan da ku Mesrûr Barzanî weke Serokwezîrê nû yê Herêma Kurdistanê dest bi kar kiriye û got: “Gelê Kurdistanê û cenabê te yê birêz û kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştrast dikin ku weke Serokê Herêma Kurdistanê dê bi hemû hêza xwe piştevanî û hevkariya serkeftina karê we û kabîneya nehem a hikûmetê bikim.”
Nêçîrvan Barzanî detsbikarbûna kabîneya nû weke “destkefteke din a berdewambûna proseya geşedan û kûrkirina demokrasiyê li Herêma Kurdistanê” pênase kir û diyar kir, ev yek di encama vîn û xweragirî û hevkariya hemwelatiyan û aliyên Kurdistanî û dost û piştevanên gelê me de bidest hatiye.
PEYAMA SEROK NÊÇÎRVAN BARZANÎ BO SEROKWEZÎR MESÛR BARZANÎ:
Kêfxweşim ku îro Parlamentoya Kurdistanê bawerî de we yê birêz weke serokwezîr û kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Bi vê helkevtê bi germî pîrozbahiyê li we dikim.
Ev yek destkefteke din a berdewambûna proseya geşedan û kûrkirina demokrasiyê li Herêma Kurdistanê, di encama îrade û xweragirî, hevkariya hevwelatiyan û aliyên Kurdistanî, dost û piştevanên gelê me de ye.
Hûn hêjayî vê berpirsyariyê û baweriyê ne, piştrastim ku hûn dê hemû hêza xwe û tîma xwe bixin kar jibo xizmetkirina Herêma Kurdistanê, ezmûna çend salên karkirina me bo parastin û pêşxistina doza gelê me û pêkanîna mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê, di gelek qonaxên hesas û dijwar re derbas bûn, hêvî dikim hûn wan zehmetiyan nebînin û hemû şiyanên xwe jibo avedankirin û bêtir pêşkevtina Kurdistanê terxan bikin.
Piştrastim ku hûn dê bi awayekê jêhatî, çalak û bibandor bi ser pirsgirêkan de biserkevin, dê morala tîma xwe li hember astengî û zehmetiyan bilind bikin û encamên baş û dilxwaz bi dest bînin, kes ji we ji erk û cîbicîkirina karê rojane û demdirêj jibo berdewamîdana bi dabînkirina aramî, ewlehî, geşeya aborî, civakî û siyasî ya Herêma Kurdistanê pişgun naxe.
Gelê Kurdistanê û we yê birêz û kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştrast dikim ku weke Serokê Herêma Kurdistanê dê bi hemû şiyana xwe piştevanî û hevkariya karê we û kabîneya nehem a hikûmetê bikim.
Serkeftina we û cîgirê serokwezîr û tevahiya wezîran bo xizmetkirina Herêma Kurdistanê, serkevtina me hemûyan û serkevtina gel û Herêma Kurdistanê ye.
Li gel rêza min…
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
10-07-2019

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin