Nêçîrvan Barzanî: Nebûna seqamgîriyê, rê li ber pêsketina Iraqê digire

30 May 2022 13:31 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Nebûna seqamgîriyê, rê li ber pêsketina Iraqê digire

PeyamaKurd-Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, beşdarî ‘Konferansa Aştiya bi Rêya Miyanrewî’ bû. Nêçîrvan Barzanî di konferansê de axaftinek kir û bal kişand ser rewşa siyasî ya Iraqê. Barzanî got, ‘Ji ber ku li Iraqê aştî û miyanrewî tuneye; navçe, derdor û cîhanê jî têk daye.

Konferansa Aştiya bi Rêya Miyanrewiyê ku ji aliyê rêxistina SPARK a Holandî ve hat lidarxistin, îro dest pê kir. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, beşdarî Konferansê bû û di konferansê de rewşa siyasî ya Iraqê jî nirxand. Barzanî di axaftina xwe de got;

“Bi dirêjahiya dîrokê, Iraq rûbirûyî metirsî, şer û nearamiyê bûye, serweteke mezin a bi heder daye. Diviyabû bi miyanrewî û aştiyê, Iraq wekî yek ji welatên herî baş û pêşketî yên navçeyê bihata hilbijartin. Nebûna aştî û miyanrewiyê ya li Iraqê, rewşa navçe, derdor û cîhanê jî têk daye. Ji bilî pêşveçûnên mezhebî û taîfî, ew zilma ku di destpêka dirustbûna Iraqê de li Gelê Kurdistanê û pêkhateyên wê hat kirin, çendîn şer û malwêranî û karesatan ji bo Iraq û navçeyê li pey xwe hanîn, zirarên xwe gihanin aştî û seqamgîriya navçeyê jî.”

Nêçîrvan Barzanî bi berdewamî got;

“Şerê Iraq û Îranê, piştre dagirkirina Kuweytê, dirustbûna hevpeymanî û rizgarkirina Kuweytê, şerê duyemîn ê Kendavê û piştre rizgarkirina Iraqê û heta serhildana li dijî DAIŞê ya li navçeyê, hevsengiya hêz, siyasî û berjewendiya welatan a li navçeyê bi temamî guherand. Ev tişt hemû ji ber vê yekê ne ku fikira aştî, miyanrewî û seqamgîriyê li Iraqê tuneye.”