Nêçîrvan Barzanî Paskalya pîroz kir: Em ê her tim pêkhateyan biparêzin!

09 April 2023 11:05 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî Paskalya pîroz kir: Em ê her tim pêkhateyan biparêzin!

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro Yekşemê 9ê Nîsanê bi boneya cejna Qiyame ya Hezretê Mesîh (Paskalya), peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir: “Em xwişk û birayên xwe yên Xiristiyan û hemû pêkhateyan piştrast dikin ku em dê her tim vê çandê û maf û azadiyan biparêzin.”

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe pîrozbahiyê de wiha got: "Cejna Qiyame ya Hezretê Mesih (Silavên Xwedê li ser bin) ji dil û bi germî li hemû xûşk û birayên mesîhî yên li Herêma Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz dikim. Ji wan ra bênvedan û cejneke aram û bextewar û serkeftinê dixwazim.

Di vê cejna pîroz da, em tekezî li ser pêşxistina çanda ciwan a pêkvejiyanê û lêborînê di navbera hemû pêkhateyên olî û etnîkî yên Kurdistanê da dikin ku sîmayekî girîng a nasnameya Kurdistanê û cihê şanaziya me ye. Em xûşk û birayên xwe yên Xiristiyan û hemû pêkhateyan piştrast dikin ku em dê hertim vê çandê û maf û azadiyan biparêzin.

Cejna Qiyame li hemûyan pîroz be û hemû salan bi xweşî be."