Nêçîrvan Barzanî: Saziyan û astiya civakî biparêzin

24 August 2022 09:30 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Saziyan û astiya civakî biparêzin

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser xwepêşandanên alîgirên Sedir peyamek belav kir û got: “Pûçkirina saziya dadweriyê rewşê aloztir dike, ji bo wê yekê em daxwazê ji hemû a‏liyan û li xwepêşanderan dikin, saziyan û aştiya civakî biparêzin û ji tevgerên aştiyane û medenî dûr nekevin.”

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de da zanîn: “Em gelek bi baldarî û dilgiraniyê ve li pêşhatên siyasî yên Iraqê dinêrin ku heta diçe ber bi berbelavî û zêdetir kûrtirbûna qeyranan û ‏dûrketina ji hêviyên çareseriyê diçin. Rewş wiha mijûl e paşeroja welat û ‏aştiya civakî dixe metirsiyeke cidî û bi giştî proseya siyasî û ‏hukimranî û saziyan pûç dike.”

Di berdewamiyê de eşkere kir: “Xwepêşandanên medenî yên aştiyane, mafekî rewa û destûrî yê parastî ye, lê belê pûçkirina saziya dadweriyê rewşê aloztir dike, ji bo wê yekê em daxwazê ji hemû a‏liyan û li xwepêşanderan dikin, saziyan û aştiya civakî biparêzin û ji tevgerên aştiyane û medenî dûr nekevin. Welat êdî nikare xwe li hember wan hemû ‏qeyranên dijwar û bargirjiyê û aloziyên zêdetir berdewam rabigre, dawiyê jî bi ziyana tevahiya gelê Iraqê de temam dibe.‏”

Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir: “Welat pêwîstî bi guftûgoyeke ciddî ya niştimanî û ‏berpirsiyarane ya aliyên siyasî ye ji bo peydakirina çareseriyê li ser bingeha ‏destûrê, her ev jî take rêya dirust e ji bo derketina ji qeyran û binbestên siyasî û gihandina welat bi qeraxên aramiyê.”