Nêçîrvan Barzanî: Serefmend im ku pêswaziya Papa Francis dikim
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî pêşwazîkirina Papa Francis li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê, peyamek belav kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di dema pêşwazîkirina Papa de got: “Em bi hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê şanazî bi serdana we dikin û her tim li gel aştî û diyalogê ne.”
Nêçîrvan Barzanî ji Papa Francis re ragihand, “Bi navê Herêma Kurdistanê gelek bi germî bixêrhatinê li qedaseta Papa Francis dikin… Serdana we bûyereke dîrokî ya mezin e û cihê şanazî û kêfxweşiyê ye. Em bi hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê şanazî bi serdana we dikin. Baweriya me ya temam bi azadî û fireayînî heye.”
Nêçîrvan Barzanî herwiha di peyama xwe ya ser twitterê de jî bal kişand ser pêgiriya her timî ya ji bo aştî, azadiya olî û biratiyê û wiha got:
“Di destpêka seredana wî ya Kurdistanê de, şerefmend im ku li Hewlêrê pêşwaziya Papa Francis dikim. Em dîsa pêgîriya xwe ya hertimî ji bo aştî, azadiya olî û biratiyê tekez dikin. Serê xwe li ber Pêşmergeyên qehreman û tevaya şehîdên rêya aştî û azadiya hemû Îraqiyan ditewînin.”
I’m honored to receive Pope Francis in Erbil. As apostolic visit begins in Kurdistan, we reiterate our lasting commitment to peace, religious freedom & fraternity. We also remember Peshmarga heroes and all those who made ultimate sacrifice to defend peace & liberty for all Iraqis pic.twitter.com/9NwUPgeJkX
— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) March 7, 2021

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin