Neçîrvan Barzanî û Mazlum Abdî li ser rewsa Rojava û tehdîda ISIDê axifîn
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlum Abdi li bajarê Erbîlê qebûl kir.
Di hevdîtinê de li rewşa Rojava bi giştî û li ser diyaloga ku bi Şamê re dimeşe û li ser tehdîda IŞİDê axifîn.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di mijarê de daxwuyanî da û got ku pirsgirêka Rojava û li Sûriyê rewşa pêkhateyên din yên etnîkî û dînî hatine gotûbêj kirin.
Hevdîtinên HSDê yên bi rêvebiriya Şamê re, li herêmê tehdîdên ewlehiyê û operasyonên ku li dijî IŞİDê tên kirin di rojeva wan de bûn.
Neçirvan Barzanî ji bo yekîtiya Kurdên Rojava û parastina mafên Kurdan, di navbera terefên siyasî de yekîtî, wekî bingeha jiyana Kurdan binav kir. Got; divê pirsgirêk di rêya diyalogê de şareser bibin.
Mazlum Abdî, bi sedema desteka Nêçîrvan Barzanî ya bo Rojava û bo parastina mafên Kurdan sipasiya Barzanî kir. Her weha ji bo hewla çareseriya pirsgirêka Kurd ya bi Şamê re, ji bo desteka Nêçîrvan Barzanî sipasiya wî kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin