Neçirvan Barzanî: Zemîn heye hevdîtina di navbera partiyan de pêk were
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî heyeta ku ji cîgira sekretera Neteweyên Yekgirtî (UN) ya ji kar û barên siyasî berpirs Rosemary Dicarlo, nûnera taybet ya Neteweyên Yekgirtî Jeanine Hennis Plasschaert û ji hinek nûnerên Neteweyên Yekgirtî pêkhatibû, qebûl kir. Ragihandina serokatiya Herêma Kurdistanê di mijarê wehaye:
“Rewşa Herêma Kurdistanê ya siyasî, hewlên xebatên partiyên siyasî ya ji bo lihevkirina di mijara hilbijartinê de, komisyona hilbijartinê û ramanên pêkhatiyên li ser hilbijartinê, têkiliyên navbera Bexda û Hewlêrê, şerê li dijî terorê, rewşa Êzîdiyan û mijara Şengalê xalên rojevê bûn.”
Di daxwuyaniyê de Nêçîrvan Barzanî got ku di serî de civînên di navbera YNK û PDKê û temamê partiyên din de, ji bo çareseriya pirsgirêkên di navbera wan de, rewş gelek dest dide û wê bike ku roja dengdanê hêsantir bê destnîşankirin. Barzanî, rola Neteweyên Yekgirtî ya li Herêma Kurdistanê û Iraqê bilind nirxand û got ku NY destekê dide çareseriya pirsgirêkan,destekê dide parastina îstîqrar û aştiya herêmê.
Barzanî behsa têkiliyên Hewlêrê û Bexdayê kir û got her dû teref ji bo diyaloga erênî û çareseriya pirsgirêkan xebatê dikin, bi taybetî di mijarên qanûna budçeyê, qanûna xaz û petrolê, parvekirina dahatan, aramî û îstîqrarê de.
Di daxwuyaniyê de hat gotin ku ji bo hukumeta federal rojeva xwe pêkbîne, bicîhanîna peymanan gelek girînge û dimijarê de hemfikrin. Di bicîhanîna maddeya 140 ê de, têkoşîna bi IŞİD ê re û di mijarên weka wan de hukumeta Kurdistanê û hukumeta federal ya Iraq hemfikre ku koordinasyon û hevkarya wan dewam bike.
Girîngiya peymana Şengalê ya di navbera Iraqê û Kurdistanê de hatibû îmzekirin gelek girînge û divê bicîh were. Têkiliyên navbera Iraqê û dewletên cîran, di civînê de mijareka dinê ya hevdîtinan bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin